Li navça Çesme ya Îzmîrê di sewata daristanê de 3 kes di nav agir de mirin
PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîrê li navça Çeşmeyê li dora wextê nîvro agir bi daristanê ket. Agir nêzî xaniyan bû û hinek xanî tehliye kirin. Di şewatê de 2 grûb di nava du agiran de man.
Mijara mirina wan ewe ku 2 malbat dema dibînin şewat nêz dibe, dibin 2 grûb û ji şewatê direvin. Grûbek ji wan tên rizgarkirin lê ji grûba dinê 2 zilam û jinekî di nav agir de dimrin.
Li ser bûyera derxistina şewatê 4 kesan xistin bin çav. Dozger, li ser cesedan lêkolîna xwe dike. Cesed aîdê Mesut Coşkun (68), Hilmi Coşkun (38) û yê cîranê wan Mine Elmas e.
Parêzgerê Îzmîrê Süleyman Elban ragihand ku bi sedema şewatê derxistine 4 kesan xistine bin çav.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin