Zerara sewata daristanên Los Angelesê li dora 135 milyar dolariye
PeyamaKurd – 4 roje ku li Los Angelesa DYAyê şewata daristanan dewam dike û di şewatê de li dora 150 km2 ji şewatê zerarê diye. Jîngeh herifîn û bi deh hezarî mirov hatin tehliyekirin. Serokê DYAyê Joe Biden li ser mijarê daxwuyanî da û di daxwuyaniya xwe de got:
“Ev şewat herifandina şer anî bîra min. Hinek dever wekî ku hatibin bombekirin xwuya dikin. Şewat, wekî dîna mezin dibe û her tiştî diherifîne.”
Şewat, di 5 deveran de destpêkiribû û heya niha tenê ciyekî ketiye bin kontrolê. Herkes dixebite da agir vemirîne.
Li Los Angelesê kesên şewatê ji xwe re derfet dîtin ji wan 20 kes hatin girtin ku diziyê dikirin. Zerara maddî heya niha texmînî li dora 135 milyar dolariye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin