Sewata daristanên Japonyayê di roja 4emîn de ye: 1400 hektar erd sewitiye
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Ofunatoyê yê parêzgeha Iwateyê ya Japonyayê, şewata daristanê 4 roj berê dest pê kiriye û hêj belav dibe.
Heta niha 1.400 hektar erd şewitiye, 4 hezar 596 kesan hişyarî wergirtine ku herêmê biterikînin, û hezar 33 kes jî ji jîngehên xwe hatine tehliyekirin.
Hat diyarkirin ku hewaya hişk û bayî xebatên vemirandinê zehmet kirine, ku bi alîkariya tîmên agirkuj û Hêzên Erka Xweparastinê yên Japonyayê didomin.
Her weha ji ber şewatê zêdetirî 700 malbat bê elektrîk mane, hin seferên trênê jî hatine betalkirin, 84 avahî şewitîne bûne û kesekî canê xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin