Li navça Söke ya bajarê Aydinê agir bi fabrîka kexez ket
PeyamaKurd - Li navça Söke ya bajarê Aydınê agir bi fabrika kexez ket. Söke navçeyekî Anedolêye û li qerexê derya Ege ye.
Ji bo karibin agir vemirînin, tîmên îtfaiyê xebatên xwe bi xwurtî dewam dikin. Ji bo agir vemirînin ji bejayiyê û hewa de mudaxele dewam dike.
Fabrîka kaxez, li devera Sanayiya organize ye û şewat di seha servekirî ya ciyê komkirina kaxez de derketiye. Tîmên tenduristiyê û polîs li ciyê bûyerê amade bûn e.
Sedema şewatê heya niha nehatiye zanîn û wisa xwuyaye ku seha şewatê fireh bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin