Li bajarên Mugla û Aydinê ji ber lêdana brûskê 30 cara agir bi daristanan ket

13 July 2024 21:38 0 dîtin
Li bajarên Mugla û Aydinê ji ber lêdana brûskê 30 cara agir bi daristanan ket

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Egeyê li Muğla û Aydınê di nav 9 rojan de ji ber lêdana brûskê 30 caran agir bi daristanan ket. Tîmên rêvebiriya daristanê yên bajarê Muğlayê ji bo agir vemirînin xebatê dikin.

Li gor ragihandina Rêvebiriya Herêmî ya Daristanan ya Muğlayê; di nav 9 rojan de li Muğlayê 20 û li Aydınê 10 car bi sedema lêdana brûskê agir bi daristanan ketiye.

Rêvebiriya daristanan ragihand ku bi barîna barana di havînê de, şewata bi lêdana brûskê destpêkiriye.