Li Sernexê lêdana brûskê: 2 kesan can da, 9 kes brîndar bûn

22 September 2024 17:21 0 dîtin
Li Sernexê lêdana brûskê: 2 kesan can da, 9 kes brîndar bûn

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgeha Şernexê ya bakurê Kurdistanê ji ber lêdana brûskê, 2 kesan canê xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne.

Jêderên ji herêmê ragihandin ku li gundewarê Şernexê, li nêzîkî gundê Kaniya Qaymiqamê, birûskê li komek gundiyên ku ji bo komkirina giya derketibûn derveyê gund daye û di encama lêdanê de 11 kes birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku ji 11 kesên ku di lêdana brûskê de birîndar bûbûn  rakirine nexweşxaneyê, lê belê ji wan 11 kesan 2 jinên ku bi giranî birîndar bûne canê xwe ji dest dane.

Ji ber ewrên giran ku bi xwe re baraneke zêde hanîn, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê du roj in li gellek cihan lehî radibin.

Ji ber barîna zêde ya baranê çîk û brûsk ji bi dijwarî dom diken û ev yek dibe sedema metirsiya welatiyan.