Li Sirnex û Nisêbînê brûskê li 9 kesan xist: 3 ji wan can dan

21 September 2024 20:32 0 dîtin
Li Sirnex û Nisêbînê brûskê li 9 kesan xist: 3 ji wan can dan

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê di wexta gundiyên Kaymakam Çeşme tiriyên xwe diçinîn, ji nîşka ve baran bariya û gundî çûn binê darekî da xwe ji baranê biparêzin.

Brûskê seet di 14.30an de, li kêleka darê xist û di encamê de 2 kes can dan û 6 kes birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa yekî nexweş e.

Kesên birîndar bûn Selim, Ramazan, Ebubekir Acet, Lale, Leyla, Azize Erdoğan û Emin û Selahattin Beldek in. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Şirnexê.

Lale û Leyla Erdoğan li nexweşxanê can dan. Rewşa Ramazan Acet xerab e. Cenazên miriyan ji bo otopsiyê birin morga nexweşxanê.

Li navça Nisêbîn a bi ser Mêrdînê li gundê Qûzê (Doğuş) brûskê li jina bi navê Şükriye Kutlu (35) xist û tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxana Nisêbînê ya dewletê. Şükriye Kutlu dema ji gundê xwe dadgeriya Nisêbînê brûskê lê da.

Cenazê wê birin morga nexweşxana dewletê ya Nisêbînê.