Li Hacî Umranê brûskê li 2 kesan xist

20 September 2024 21:46 0 dîtin
Li Hacî Umranê brûskê li 2 kesan xist

PeyamaKurd – Li zozanê Hacî Umran a Herêma Kurdistanê brûskê li 2 kesan xist û di laşê wan de şewat çêbû. Ji bo dermankirina her du kesan, wan birin Erbîlê.

Rêvebirê tenduristiyê yê navça Çomanê Dr. Ahmed Hasan ragihandiye ku berya nîvro seet di 11.00an de li Hacî Umranê li zozanê bi navê Newbanê brûsk li darekî xistiye. Dema brûsk li darê dixe, li binê darê mam û birazî rûniştîne û brûsk li wan dide. Hasan weha got:

“ Yê brûsk lê xistiye polîsê trafîkê Muhammed Hasan (24) e û di pişt, dest û çîmên wî de şewat heye û hem derbe li serê wî ketiye. Rojan Abdullah Hasan (14) jî, her dû çîmên wî şewitîne. Piştî muayena doktoran, wan şandine nexweşxana Aştî ya navça Soranê. Ji bo baştir tedawî bibin, ji Soranê şandin Erbîlê nexweşxana Emergencyê ku nexweşxane ya dermankirina birînên şewatê ye.”