Di lêdana brûskê de 63 kes can dan

13 July 2024 20:33 0 dîtin
Di lêdana brûskê de 63 kes can dan

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaletên Uttar Pradeş û Bihar de, di encama lêdana brûskê de 63 kes jiyana xwe ji dest dan. Pispor dibêjin bûyerên weha di mehên Mûsonê de gelek zêdene û metorolojiya Hindistanê hişyariyê da ku heya 5 rojan wê barana Mûsonê bibare.

Li gor xebera Hindustan Timesê; Daîra Meterolojiyê ya Hindistanê (IMD) ragihandiye ku li deh deverên eyaleta Uttar Pradeşê û li hinek deverên eyaleta Biharê di rojên Çarşem û Pêncşemê de brûskê li gelek ciyan daye.

Lewra li eyaleta Uttar Pradeşê herî kêm 43 kes û li ya Biharê 20 kes ji ber lêdana brûskê can dane.