Li Geverê ji ber lêdana brûskê 40 karik telef bûn

16 May 2022 17:27 0 dîtin
Li Geverê ji ber lêdana brûskê 40 karik telef bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro di demên sibehê de, li gundê Kadyan ê navçeya Geverê ya bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, brûskê li keriyeke karikan da.

Li zozanên gundê Kadyan ê navçeya Gevera Colemêrgê brûskê li keriyeke karikên ku li zozanan diçêriyan daye.

Li gorî zanyariyan di encama lêdana brûskê de bi qasî 40 karik telef bûne.