Ji bo 4 bajarên bakur hisyariya lehî û brûskê
PeyamaKurd - Piştî barana zêde ya li piraniya herêmên Kurdistanê, ji bo bajarên bakurê Kurdistanê Bedlîs, Mûş, Şernex û Wanê hişyariya lehî û brûskêê hate dayîn.
Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê îro ragihand ku pêleke baranê ya dijwar li bakurê Kurdistan û hin parêzgehên Tirkiyeyê dide ber xwe.
Saziya Keş û Hewayê destnîşan kir ku li parêzgehên Bedlîs, Mûş, Şirnex û Wanê yên Bakurê Kurdistanê egera barîna baranê hin zêdetir bibe heye û ev yek bibe sedema karesatên lehî û brûskê û ji ber vê yekê hişyarî da dezgehên pêwendîdar û hemwelatiyan.
Zaziyê her wiha hişyariya rûdanên pengiyana avê ya li navendên parêzgehan jî da û amaje bi wê yekê jî kir ku baran û birûsk dê heta dawiya vê heftiyê berdewam bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin