Ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya lehî û tozbarînê

07 May 2023 11:48 0 dîtin
Ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya lehî û tozbarînê

PeyamaKurd – Ji bo hejmarek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde û tozbarînê hat dayîn.

Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê yên Dêrsim, Sêrt, Semsûr û Erzînganê îro ji 7ê Gulanê pê de dê heta 3 rojan baran bibare û pileya germê jî kêm bibe.

Ji ber barana zêde hişyariya lehiyê hat dayîn û herwiha hat ragihandin ku dê ligel bajarê toz jî bibare û mesafeya dîtinê kêm dibe ku ji çûnûhatinê re astengî derkevin.

Ji bo bajarên Tirkiye yên Mugla, Denizli, Tokat, Trabzon, Gumuşhane û Bayburt jî hişyariya lehiyê hatiye dayîn.