Jet a ji ser pîstê derket qeza kir: Kesekî mir û 4 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li DYAyê li eyaleta Arizonayê li balafirgeha Acottsdale, jetekî taybet ji ser pîstê derket û li jetekî dinê ya parkkirî bû, xist. Di qezayê de kesekî mir û 4 kes birîndar bûn.
Balafira tîpa Learjet 35A ya taybet, dema xwe datanî balafirgeha Scottsdale, ji ser pîstê derket û li jetekî tîpa Gulfstream 200 ket.
Berdevkê îtfaiya Scottsdale Dave Folio di civîna çapemeniyê de got ku kesekî di qezayê de miriye û 4 kes birîndar bûne.
Berdevka balafirgehê Kelli Kuester jî ragihand ku jet dş wexta xwe datanî balafirgehê, ji taximên xwedanîna balafirê yek ji wan ariza dike û dibe sedema qezayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin