Di qeza çûnûhatê de kesekî mir û 8 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Pirsûsê (Suruç) mînîbusa rêwiyan û alava bazirganî li hev ketin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn. Di qezayê de alava baziganî pekiya derveyê rê.
Qeza, ber destê êvarê di navbera Pirsûsê (Suruç) û Elîgorê de çêbû. Li ser agahdarkina ji aliyê hemwelatiyan de, tîmên cendirmeyan, îtfaiye û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Ji heman malbatê Zeki, Kadriye, Hira, Ali û Ahmet Karabulut û ji kesên di mînîbusê de İbrahim û Emine Akbaş, ajotvan Mehmet Esen û kesekî navê wî nehat zanîn, piştî mudaxeleya li ciyê qezayê ya ji aliyê tîmên tenduristiyê de, wan birin nexweşxanên Surucê û Rihayê.
Li Rihayê li nexweşxanê ajotvanê alava bazirganî Zeki Karabulut can da. Dermankirina birîndarên din dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin