Li Arjantînê jetekî qeza kir: 2 kes mirin û kesekî birîndar bû

19 December 2024 23:36 0 dîtin
Li Arjantînê jetekî qeza kir: 2 kes mirin û kesekî birîndar bû

PeyamaKurd – Li Arjantînê balafira jet ya ku xwe datanî balafirgeha li Buenos Airesê ya bi navê balafirgeha San Fernandoyê, di dema xwe daniyê de li jîngehekî ket. Jet a tîpa Bombardier Challenger 300, dema li jîngehekî ket, her 2 ajotvanên wê mirin û kesekî din jî birîndar bû.

Dema jet li xaniyan ket, agir bi jetê ket û gelek tîmên îtfaiyê û ambûlans çûn ciyê bûyerê. Birîndarê 73 salî bi ambûlansê birin nexweşxanê.