Frokeyên Tirkiyeyê deverên Bradostê bombebaran kir

11 July 2024 13:42 0 dîtin
Frokeyên Tirkiyeyê deverên Bradostê bombebaran kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku frokeyên artêşa Tirk devera Biradostê ya parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kirine.

Hate hînbûn ku frokeyên şer ên Tirk, şeva derbasbûyî navçeyên Singan, Gerwezîn, Çiyayê Bolê yên li devera Biradostê bombebaran kirine.

Qeyimqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand ku frokeyên Tirk zozanên navçeyê bombebaran kirine û got: Lê belê ew cihên hatine bombebarankirin, derveyî sînorê desthilata hikumeta Herêma Kurdistan û hêzên Pêşmerge ne.

Îhsan Çelebî herwiha da zanîn ku di encama bombebarara frokeyên artêşa tirk de ti ziyaneke canî çênebûye.

Ji 15ê Pûşperê ve frokeyên şer ên artêşa tirk, li deverên Zaxo û Amêdiyê hêrişên xwe zêde kirine û li hin deveran, di navbera artêşa Tirk û hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.

Sivîl têne kuştin - gund têne valakirin

Ji destpêka 2024an heta niha, di encama hêrişên hewayî yên artêşa tirk de 8 sivîlan canê xwe dane û çendin gund hatine valakirin.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ragihand ku ji ber şerê artêşa tirk û hêzên PKKyê, 162 gundên li ser sînor ên Herêma Kurdistanê hatine valakirin.

Li derdora çiyayê Metînayê jî ji ber hêriş û bombebaranan gelek gund hatine valakirin.

Ew gundên hatine valakirin ên li dorûbera Metînayê ev in, Mijê, Kevinemejê, Spîndarê, Dêreşê, Gîrgaşê.

Li gorî gotina Kameran Usman ji sedê 80yê zevî û baxên van gundan ji ber şer û pevçûn û bombebaranan şewitîne.

Kameran Usman eşkere kir ku ji ber şerê di navbera artêşa tirk û hêzên PKKê de, heta niha bi temamî 162 gundên herêmê hatine valakirin û metirsî heye ku 602 gundên din jî bêne valakirin.

Bi sedema operasyonan li Amêdî û Zaxoyê, heya niha 20 hezar donim erdê çandiniyê û daristan şewitîne.