Frokeyên ser ên Tirk gundewarê Ranyayê bombebaran kirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di encama hêrişên bombebaranê ya frokeyên şer ên Tirkiyeyê de agir bi hin deverên gundewarê Ranyayê ketiye.
Bombebarana frokeyên şer ên Tirk a ku di demjimêr 13:20î de dest pê kir, li dijî gundên Zêwke û Dolî Resûyê yên bajarokê Sengeserê û gundê Paşkotelê yê bajarokê Serkeptanê pêk hatiye.
Rêvebirê Bajarokê Serkeptanê Hêmin Ebdula ji Rûdawê re ragihand ku ji ber hêrişê, agir bi gellek deverên herêmê ketiye, lê belê ti ziyanên canî çênebûne.
Hate ragihandin ku ji ber bombebaranê agir bi dar û devî, pûş û pelaşê gundan ketiye.
Şêniyên Serkeptanê jî diyar kirin ku Tirkiyeyê du caran ew dever bombebaran nekiriye, lê vê carê kiriye û dan zanîn ku hêrişê 15 xulekan ajotiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin