Tirkiyê gundewarên Zaxo bi tundî topbaran û bombebaran kir

19 December 2020 11:57 0 dîtin
Tirkiyê gundewarên Zaxo bi tundî topbaran û bombebaran kir

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê, berbanga sibeha îro, gundewarên Zaxo, bi tundî topbaran û bombebaran kir.

Li gor zanyariyan ji gundiyên wê navçeyê, bi rêya balafir û topxaneyan, 8 gund û nahiyeyên sînorê bajarokê Batîfa û Derkar ser bi qezaya Zaxo ve, bi tundî hatine topbaran û bombebarankirin.

Navçeyên derdora Bêgova û Batîfa, Rîsê û Şîdna ku dikevin bakurê bajarokê Batîfa, Kelgihur û Beranşê ku kîlometreyek ji Bêgova dûr in, Xêzafa, Mela Ereb, Bankê, Minînê û Evleh, heta berbanga îro Şemiyê bi tundî hatin bombebaran û topbarankirin.

Ziyanên bombebaranê heta niha nehatine aşkerekirin, lê ji ber êrîşan tirseke zêde di nav xelkê navçeyê de belav bûye.

Ev êrîş, piştî çûna şanda Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya Tirkiyê û ji pirsên ku di civînên her du aliyan de behs li ser tê kirin, pirsa navçeyên sînorî hat.