Hêzên Tirkiyê gundewarên Eyn Îsa û Minbicê bombebaran kirin: Kesekî can da
PeyamaKurd – Hêzên Tirkiyê gundewarên Eyn Îsa û Minbicê bombebaran kirin û di encamê de kesekî can da.
Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 4ê Tîrmeha 2022an, ji ber moşekbarana hêzên Tirkiyê ya li ser gundê Hoşan ku dikeve rojavayê bajarokê Eyn Îsayê li bakurê Reqayê, welatiyekî can da û 3 kesên din jî birîndar bûn ku di nav wan de 2 zarok jî hene.
Hat zanîn, roja 4ê Temûzê Hêzên Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê, gundên Tuxar, Cat û Hoşeriye li bakurê rojhilatê Minbic topbaran kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin