Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Minbicê 6 welatî kustin

28 July 2020 11:58 0 dîtin
Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Minbicê 6 welatî kustin

PeyamaKurd - Li Minbicê di encama topbaranên Hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên bi Tirkiyê ve, zarok û jin jî di nav de 6 welatî hatin kuştin, 6 zarok jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Encûmena Serbazî ya Minbicê, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ji binkeya Tirkiyê ya li gundên Nasir û Olaşlê ve, gundên Qurtwêran û Yilanlê yên li bakurê rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Herwiha Encûmena Serbazî ya Minbicê diyar kir, di encama topbaranê de 6 welatiyên sivîl hatin kuştin, di nava wan de zarok û jin jî hebûn, 6 zarok jî birîndar bûn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, heta niha hêzên Tirkî û çekdarên ser bi wan ve, gundê li bakurê Minbicê armanc dikin û balafirên çavdêriyê jî li esmanê herêmê digerin.