Jineke Kurd di encama topbarana hêzên Tirkiyê û komên çekdar de birîndar bû

19 July 2022 10:29 0 dîtin
Jineke Kurd di encama topbarana hêzên Tirkiyê û komên çekdar de birîndar bû

PeyamaKurd – Jineke Kurd di encama topbarana hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de, li navçeya Şêrawa ya Efrînê birîndar bû.

Li gor zanyariyan, di encama topbarana hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de, li ser gundê Meyasa yê navçeya Şêrawa, jina bi navê Zelûx Hemşo ya 30 salî birîndar bû.

Herwiha hat eşkerekirin, Zelûx Hemşo rakirin nexweşxaneyê.