Efrîn | Pîrejineke Kurd di encama serê komên çekdar de hat kustin
PeyamaKurd – Li Efrînê pîrejineke Kurd di encama şerê komên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê de hat kuştin.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, şeva borî di encama şerê navbera Heyeta Tehrîr el-Şam û komên Artêşa Niştimanî ya Sûrî de, topek li nav maleke gundê Kurzêlê li başûrê Efrînê ketiye.
Hat ragihandin ku di encamê de, pîrejineke Kurd a bi navê Henîfe Mûsa ya 77 salî birîndar bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneya Efrînê.
Heman çavkaniyan destnîşan kirin, sibeha îro Pêncşemê pîrejina Kurd Henîfe Mûsa ji ber giraniya birînan can daye.
Li gor zanyariyan, şerê di navbera komên çekdar de li herêma Efrînê berdewam e û sibeha îro jî bi çekên giran şerê hev kirine û di encama şerê wan çend rojên dawî de, Desteya Tehrîr el-Şam heta niha gelek dever li herêma Efrînê kontrol kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin