Tirkiye 3 roj in gundewarên Girê Spî bombebaran dike
PeyamaKurd – Gundên rojavayê Girê Spî ku sivîl tê de ne, 3 roj in ji aliyê Tirkiyê ve tên bombebarankirin.
Li gor zanyariyan, ji dîmenên gundê Firêan ê 2 kman dûrî eniyên şer e tê xuyakirin ku şênî zehmetiyan dikşînin û bi tirs di bin topbarana dewleta Tirk de dijîn.
Şêniyê bi navê Mistefa El-Xelef ê ku ji gundê Firêan da zanîn: “Do sibehê tenê 5 moşek li gundê wan ketin û zerarên mezin li mal û milkên wan bûn.”
Şêniyê bi navê Mehmûd El-Îsa jî diyar kir: “Do bi şev moşekek li cihê pezên wî ket û 16 pezê wî telef bûn.”
Dawiyê Şêniyan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovan kir ku van êrîş û topbarana dagirkeriya Tirkiyê rawestînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin