Tirkiye xalên leskerî li gundewarên Serêkaniyê ava dike

01 December 2019 15:27 0 dîtin
Tirkiye xalên leskerî li gundewarên Serêkaniyê ava dike

PeyamaKurd - Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku artêşa Tirkiye û çekdarên girêdayî wê, ji bo danîna xalên leşkerî hêz û alavên avakirina xalên leşkerî veguhestine gundên Enîq Elhewa, Xirbet Cemu û Mehmûdîye yên bajarokê Zirgan a Serêkanîyê.

Herwih televizyona fermî ya Sûriyê jî ragihand ku artêşa Tirkiyê xaleke leşkerî li gundê Tel Etşan ê gundewarê Serêkanîyê ava dike.

Ji destpêka êrîşên Tirkiyê yên 9ê Cotmeha 2019an ve, artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 30 kîlometran Serêkaniyê û Girêspî dagir kiriye û wekî hincet jî ji raya giştî ya cîhanê re avakirina herêma ewle nîşan dide.