Tirkiye xaleke nû ya leskerî li derdorê Serêkaniyê damezirand

26 November 2019 13:02 0 dîtin
Tirkiye xaleke nû ya leskerî li derdorê Serêkaniyê damezirand

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiya binke û xaleke din a leşkerî li derdorê Serêkaniyê li Rojavaya Kurdistanê damezirand û bi dehan tank û wesayîtên leşkerî dişîne wê herêmê.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku artêşa Tirkiya (TSK) xaleke leşkerî ya nû li gundê Hemamat li derdorê Serêkaniyê damezrandiye û bi dehan wesayîtên leşkerî şandîne wê xala leşkerî ya Girê Ebûbekir a wê deverê.

 Li gorî nûçeya wê ajansê, hêzên artêşa Suriyê xalên kontrolê li ser rêya di navbera Sefih û Serêkaniyê danaye û bi dehan xort desteserkirine û çarenivîsa wan ne diyar e.