Tirkiye li Sûriyê xaleke din a leskerî vala dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê amadekariya valakirina xala çavdêriyê ya li Şêr Mexar a çiyayê Şehşebo ku dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Hemayê dike.
SOHRê daye xuyakirin, Tirkiye amadekariya valakirina xala 11an a li gundê Şêr Mixarê yê çiyayê Şehşebo li bakurê rojavayê Hemayê dike ku di çarçoveya hevdîtinên Astanayê de û li gorî peymana bi Rûsya û Îranê re hêzên xwe ji 14 Hezîrana 2018an ve li Şêr Mexar bi cih kiribûn.
Artêşa Tirk 19ê Cotmehê jî dest bi vekirin û veguhastina amûrên mezin ên cabilxaneyê ji xala 9an a li Morikê kiribû.
Tevî ku Tirkiye hinek xalên leşkerî vala dike jî SOHRê daye xuyakirin, herî dawî karwaneke din a leşkerî ya artêşa Tirkiyê ku ji 25 wesayîtên leşkerî û lojîstîk pêk tê, di deriyê sînor Kefer Losîn re li bakurê Idlibê derbasî Sûriyê bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin