Xaleke leskerî ya rêjîma Sûriyê ji aliyê Artêsa Tirkiyê ve hat topbarankirin
PeyamaKurd – Hêzên Tirkiyê yên li ser sînorê Rojava bi cih bûne, xaleke leşkerî ya rêjîma Sûriyê li ser rêya Dirbêsiyê – Amûdê topbaran kirin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova da zanîn, Hêzên Artêşa Tirkiyê yên li derdora Serê Kaniyê bi cih bûne, gundê El-Tawîlah ê li gundewarê Til Temirê yê dikeve bakurê rojavayê Hesekê bombebaran kir û top li gund û derdora wê ketin.
Herwiha eşkere kir, Hêzên Tirkiyê xaleke rêjîma Sûriyî li nêzîkî Amûdê topbaran kir û çend top li derdora gundên Til Hemdûn, Cirnik, Xerza û Xanka yên ser bi Amûdê ve ketin.
Rewangehê di berdewamiyê de ragihand, îro danê sibê hêzên Tirkiyê deverên Zirgan û derdora wê kirin armanc, di heman demê de droneke Tirkiyê birca hêlên pêwendiyan li nahiya Ebû Rasên a li bakurê Hesekê bombebaran kir ku hêlên pêwendiyê li herêmê hat birîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin