Artêsa Sûriyê li sînorê Idlibê xaleke leskerî ya Tirkiyê dorpêç kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê artêşa Sûriyê li nêzî sînorê parêzgeha Idlibê xaleke leşkerî ya Tirkiyê xistiye bin dorpêçê.
Çavkanîyeke ewlekarîyê li Sûriyê ragihand, hêzeke artêşa Sûriyê xaleke leşkerî ya Tirkiyê li bajarokê Sirman li rojhilatê Mîiretul Neiman li sînorê parêzgeha Idlibê dorpêç kiriye.
Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku şerekî tund di navebra komên çekdar û artêşa Sûriyê de, li wê herêmê rû daye.
SOHRê da xuyakirin, artêşa Sûriyê tenê 5 km ji bajarokê Circinaz a devera gundewarên derdora Mîiretul Neiman dûr e.
SOHRê bal kişand ser ku karwaneke artêşa Tirkiyê ber bi wê deverê çûye daku alîkarîya leşkerî bigihîne komên çekdarên opozîsyonê yên piştevaniya wan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin