SOHR: Tirkiye ji 8 xalên leskerî yên Sûriyê vedikise

19 October 2020 18:11 0 dîtin
SOHR: Tirkiye ji 8 xalên leskerî yên Sûriyê vedikise

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku Tirkiyê dest bi amadekariyên vekişîna 8 xalên xwe yên leşkerî yên li Sûriyê kiriye.

SOHRê daye zanîn ku Tirkiye amadekariya vekşandina hêzên xwe ji 8 xalên çavdêriyê yên li derdora Idlibê û Hemayê dike û dibêje, ev tevgera han li gor rêkeftineke Tirkiyê ya bi Rûsya re pêk tê ku hêzên tirk ji xalên çavdêriyê yên li derdora Hema û Idlibê derdikevin.

Li gor SOHRê, Hêzên Tirkiyeyê kar li ser jinavbirina alavên xwe yên li binkeya leşkerî ya Mork û Şêr Mixar li gundewarên Hemayê dikin û alavên xwe yên li xalên Serman, Til Toqan, Trinbê, Merdîx,  Me'er Hetat û xalek li derdora Seraqibê jî ji nav birin e.

SOHRê diyar kiriye ku dibe Tirkiye ji xalên xwe yên li derdora Helebê jî vekişe, ku ew navçe di çarçoveya navçeyên di bin kontrola rejîma Sûriyê de ne.