SOHR: Hizbullah li Sûriyê baregehên leskerî ava dike

31 October 2022 21:07 0 dîtin
SOHR: Hizbullah li Sûriyê baregehên leskerî ava dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku milîsên Îran piştevaniya wan dike, li bajarê El Meyadîn ê dikeve rojhilatê Sûriyê, liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde kirine û Hizbullahê dest avakirina baregehekê kiriye.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) milîsên Îranê hejmarek barhilgirên bi çek û cebilxaneyan barkirî derbasî bajarê El Meyadîn kirine û ber bi çoltera Bukemal a Dêrazorê ve çûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku hêza Îranî ya Sûriyê Tumena Çaremîn jî bo Dêrazorê hatiye veguhestin û li hin herêman hatine bicihkirin.

SOHRê daye xuyakirin ku 27ê Cotmehê jî milîsên girêdayî Îranê, baregehên xwe yên li El Meyadînê yên moşekan bi qemyonan veguhestine Dêrazorê.

Hatiye destnîşankirin ku wesayîtên personelan jî milîsên Hizbullahê veguhestine herêmê ku li kolanên bajarê El Meyadînê hatine xuyakirin.