Daxuyaniya Lavrov li ser baregehên leskerî yên li Sûriyê

29 December 2024 17:33 0 dîtin
Daxuyaniya Lavrov li ser baregehên leskerî yên li Sûriyê

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku rûxandina Beşar Esad bû sedema guhertinên li rêkxistinên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê û got, "Mijar ne tenê parastina baregeh û kelehên me ye, lê belê şert û mercên xebitandin, parastin û dabînkirina wan e. Têkiliya bi aliyên xwecihî re ev e. Dibe ku ev mijar bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re bin."

Lavrov derbarê baregehên leşkerî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê de daxuyanî da.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa nûçeyan a dewletê re geşedanên sala 2024an nirxand.

Wî şert û mercên xwe yên li ser îhtimala destpêkirina muzakereyên çareseriya şerê Ukraynayê sala bê anîn ziman û got, "Divê rewşa rast a li qadan li ber çavan bê girtin. Tişta ku wê were serê baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyê yek ji mijarên herî balkêş e. Lavrov got, "Dibe ku ev mijar bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re bibin mijara muzakereyê."

Lavrov got, "Bicihkirina baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê bi peymanên derbasdar ên navdewletî yên ku di çarçoveya pîvanên hiqûqa navneteweyî de hatine îmzekirin, tê pêşbînîkirin. Her yek ji van şert û mercên xebatê yên van saziyan diyar dike û hin erkên her du aliyan dihewîne."

Lavrov diyar kir ku "rûxandina Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di rêziknameya leşkerî ya Rûsyayê ya li welêt de guhertinan pêk anî." Tevî ku ti daxwazeke fermî ji bo pêdaçûna lihevkirinan nehatibû kirin jî, Lavrov da zanîn ku qonaxa veguhêz ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyê ve heta 1ê Adara 2025an hatiye ragihandin, sînoran li ser çêkirina siyasetê ferz dike. Lavrov got, "Mesele ne tenê parastina baregeh û kelehên me ye, di heman demê de şert û mercên xebitandin, parastin û dabînkirina wan û herwiha têkiliya bi aliyên herêmî re ye. Dibe ku ev mijar bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re bibin mijara danûstandinan."