Ji Îran û Sûriyê rêkeftina hevkariya leskerî û daxuyaniya Tirkiyê...

08 July 2020 16:34 0 dîtin
Ji Îran û Sûriyê rêkeftina hevkariya leskerî û daxuyaniya Tirkiyê...

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina televizyona el-Meyadîn a Lubnanê di navbera Îranê û rejîma Sûriyê de rêkeftina hevkariya berfireh a leşkerî hat îmze kirin.

Di nûçeyê de hatiye gotin, Sererkanê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî û Wezîrê Berevaniya Sûriyê Alî Eyyub  Sûriyê rêkeftina hevkariya berfireh a leşkerî îmze kir.

Alî Eyyub derbarê rêkeftinê de da xuyakirin ku mebesta wê rêkeftinê bihêzkirina hevkariya ewlekariyê ya hêzên çekdarên Îran û Sûriyê ye û di hevdîtinê de, vekişîna hêzên biyanî ji Sûriyê jî hatiye gotûbêjkirin.

Wezîrê Sûriyeyî herwiha got, çareserkirina pirsgirêkên ewlekariyê yên Tirkiyê di nav xaka Sûriyê de ye û diyar kir, “Tirkiyê soza xwe ya Peymana Astanayê ya derxistina komên terorîst ji herêmê bicih neanîye û dereng ketiye.”

Sererkanê Îranê Bakirî jî got, rêkeftina hevkariyê li dijî fişara Amerîkayê ye û dê herdu welat pêwendiyên leşkerî bihêztir bikin û sîstemên berevaniya asmanî jî bihêz bikin.