Esed: Rêkeftina leskerî ya bi Îranê re encama hevkariya bi salan e

10 July 2020 18:21 0 dîtin
Esed: Rêkeftina leskerî ya bi Îranê re encama hevkariya bi salan e

PeyamaKurd – Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed li ser rêkeftina hevkariya leşkerî ya navbera Sûriye-Îranê de ku çend roj berê hatibû ragihandin, kêfxweşiya xwe anî ziman.

Li gorî nûçeya ajansa SANA ya bi ser hikûmeta Sûriyê ve, Beşar Esed ji gelekî bi rêkeftina leşkerî û hevkariya teknîkî ya bi Sererkanê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî re hatiye kirin kêfxweşiya xwe aniye ziman û gotiye, ev peyman encama pêşxistina pêwendiyên stratejîk û hevkariya salên demdirêj a têkoşîna dijî terorê ye.

Rêkeftina leşkerî ya berfireh di navbera Îran û Sûriyê de Çarşema borî hatibû îmzekirin ku tê bihêzkirina sîstemên parastina asmanî û hevkariya berdewam a leşkerî cî digirt û hatibû gotin, heta hêzên biyanî ji Sûriyê bên derxistin wê ew hevkarî berdewam bike.