SOHR: Rûsya û Sûriyê di mehekê de 3 caran tetbîqatên leskerî kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Rûsyayê bi beşdariya hêzên rejîma Sûriyê di nav mehekê de cara sêyemîn li rojhilatê gundewarê Helebê tetbîqatên leşkerî kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye ku ev cara sêyemîn e di vê mehê de hêzên Rûsyayê tatbîqatên leşkerî bi beşdariya Firqeya 25an ˊhêzên taybetˊ ên girêdayî rejîma Sûriyê li herêmeke nêzî Balafirgeha Kiwêris ê li rojhilatê Helebê pêk tînin.
Hate diyarkirin, di tetbîqatan de moşek û top hatin avêtin û daketina ji paraşûtê pêk hat ku dema tetbîqatê balafirên şer ên Rûsyayê jî li ezman geriyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin