Rûsya û Sûriyê sê caran rahênanên leskerî pêk anîn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera artêşên Rûsya û Sûriyê de, rahênaneke hevbeş a leşkerî hatiye encamdan ku ji destpêka şerê Ukrayna ve cara sêyemîn e di navbera herdu artêşan de tetbîqatên leşkerî têne kirin.
Di dîmenên hatine belavkirin de, tê xuyakirin ku leşkerên paraşûtvan ên Sûriyê ligel rahênerên rûsî xwe ji balafiran berdidin xwar.
Li gorî nûçeya Euronewsê, destpêka meha Tîrmehê jî leşkerên sûrî ligel pîlotên rûsî li derdora Girên Golanê ku di bin kontrola Îsraîlê de ye, rahênanên leşkerî encam dane.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di meha Sibatê de jî beriya despêkirina êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê bi hefteyekê Rûsyayê balafirên menzîldirêj ên bombardimana xwedî kapasîteya nukleerî şandibûn Sûriyê.
Li aliyê din Îsraîl jî êrîşên ser bingehên Hizbullaha Lubnanê li Sûriyê dewam dike û herwiha ji bilî komên îranî artêşa Sûriyê jî dike armanc ku di êrîşa asmanî ya hefteya borî de, 3 leşkerên sûrî hatibûn kuştin û 7 jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin