Minbic | Meclîsa Leskerî: Dîyaloga Sûriyê, bi rêya Rûsya û hêzên Amerîkî ye
PeyamaKurd – Meclîsa Leşkerî ya Minbicê (MLM) li ser nîqaşên derbarê vekişîna Amerîkay3e de ragihand ku heta niha di pozîsyona hêzên hevpeymaniyê de ti guhertinek nîne, hîn jî dewriyeyên wan berdewam dikin.
Cîgira Serokê MLMê Cemile Ehmed li ser mijara vekişînê daxuyakirin, “Hîn dewriye berdewam dikin. Diyar e ku plana vekişînê heye, lê xuyaye ku hîn dema wê nehatiye.”
Ehmed li ser nûçeyên pirsa radestkirina Minbicê bo hikûmeta Sûriyê jî diyar kir, ew bi ser Rûsya û hêzên Amerîkayê de danûstandinê ligel Suriye dikin û got, deriyên me ji dîplomasiyê re ne girtî ne, hin gundên Minbicê hêj nehatine azadkirin.
Ehmedê herwiha destnîşan kir ku kontrola Minbicê di destê MLMê de ye û li ser gefên Tirkiyeyê jî bi bîr xist ku Tirkiye ji ber girîngiya Minbicê ya stratejîk ew dever kiriye armanc ji xwe re û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk heger Minbicê bistîne, dê wekî ku xeyal dike Heleb û Rojhilatê Firatê bi hev re tehdît bike.”
Cemîle Ehmed got, Tirkiye kengî firsendê bibîne wê êrîş bike û mebesta wê ya bo Minbicê jî xeyalên Osmaniya nû ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin