SOHR: Rûsyayê li Sûriyê bi 7 balafirên ser 25 êrîs pêk anîn

01 September 2021 20:12 0 dîtin
SOHR: Rûsyayê li Sûriyê bi 7 balafirên ser 25 êrîs pêk anîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 7 balafirên şer ên Rûsyayê li dijî binkeyê rêxistina DAIŞê yên li çolistana Sûriyê zêdetirî 25 êrîş pêk anîn.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibehê 7 balafirên şer ên Rûsyayê xalên DAIŞê yên li çolistana Sûriyê, bi taybetî li sêgoşeya Hema-Heleb-Reqayê, bi tundî bombebaran kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 30yê Tebaxê jî 6 balafirên şer ên Rûsyayê xalên çekdarên DAIŞê li çolistana Sexne ya bakurê rojavayê Humsê bombebaran kiribûn.