Tirkiyê 2 xalên leskerî li Sûriyê vala kirin û ji bo yeke din jî hêz sand
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê li aliyekî hin xalên xwe yên leşkerî yên li herêma bêşer a Idlibê vala dike û li aliyê din jî li hin xalên din ên leşkerî hêzên xwe zêde dike.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) artêşa Tirkiyê doh 2yê Mijdarê karwaneke din a leşkerî derbasî nav sînorên Sûriyê kiriye û ew karwana ku ji alavên leşkerî û lojîstîkî pêk dihat ji derbasî binkeya nû ya leşkerî ya li gundê Qûqfîn ê Cebel El-Zawiyê hatiye kirin.
Herwiha SOHRê daye xuyakirin ku artêşa Tirk baregeha Morik bi temamî vala kiriye û dest bi valakirina binkeya xwe ya Şîr Megar a Cebel Şehşibo ya li Bakur-Rojavayê Hemayê jî kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin