SÎHAyên Tirkiyê derdora Kobanî û 2 xalên rejîma Sûriyê bombebaran kir

25 January 2024 20:02 0 dîtin
SÎHAyên Tirkiyê derdora Kobanî û 2 xalên rejîma Sûriyê bombebaran kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Pêncşemê 25ê Çileyê balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê (SÎHA), çend deverên derdora bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên bêmirov ên artêşa Tirkiyê herêma di navbera Koran û Xerbîsan ên gundewarên Kobaniyê bombebaran kir.

Heman çavkaniyan diyar kiriye, balafirên Tirkiyê xaleke hêzên rejîma Sûriyê jî li herêma bombebaran kir û di encamê de leşkerek birîndar bûye.

Dîsa balafireke bêmirov a Tirkiyê xaleke din a hêzên Sûriyê li gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya herêma Efrînê bombebaran kir.