'Tirkiye di navbera Girê Spî û gundên Rojava de dîwar lêdike'
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina jêderên xwecihî, Tirkiyê li herêma Girê Spî ku piştî êrîşên 9ê Cotmeha 2019an hatine dagirkirin dest bi lêkirina dîwarê ji hev cudakirina herêmên Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, dîwar di navbera gundê Kendalê û Celebê yên Girê Spî tê lêkirin ku ev yek tê wateya parçekirina xaka Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.
Herwiha tê ragihandin ku artêşa Tirkiyê ji bilî lêkirina dîwar bi kûrahiya 1 km erdê jî dide ber xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin