Di navbera Tirkiye û Îmaratê de 13 girêbest hatin îmzekirin

14 February 2022 20:36 0 dîtin
Di navbera Tirkiye û Îmaratê de 13 girêbest hatin îmzekirin

PeyamaKurd – Di serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Îmaratên Yekgirtî yên Erebî de, 13 girêbestên bazirganî û veberhênanê hatin îmzekirin.

Hat ragihandin ku girêbestên hatine îmze kirin li ser mijarên; sanayîya berevaniyê, guherîna keşûhewayê, tenduristî, sanayî, teknolojî, kultur, bazirganî, çandinî, gihandina bi rêyên bejahî û deryayî, beşa ciwanan, rêvebirîna afatan, meterolojî, ragihandin û arşîvan e.

Girêbest piştî hevdîtinê, ji aliyê Erdogan û Mîrê Cihnişînê Abû Dabiyê Şêx Mihemed Bin zayid Al Nehyan ve hatin îmze kirin.

Hêjayî gotinê ye, piştî 8 salan ev demek e pêwendiyên her du welatan asayî dibin û Îmaratê li Tirkiyê lez daye veberhênanên xwe yên aborî û bazirganî.