Di navbera Tirkiye û Qatarê de 11 peyman hatin îmzekirin
PeyamaKurd – Bi amadebûna serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan û emîrê Qatarê Şêx Temim bin Hamed Al Sani de, di cûre sehayan de 11 peymanên hevkariyê û belavoka hevpar ya civîna 8 em ya komîta stratejîk hatin îmzekirin. Piştî hevdîtina duqolî ya li baregeha Dolmabahçê, her dû lîder serokatya civînê kirin. Piştî civînê bi amadebûna her dû lîderan peymanan îmze kirin. Sehayên ku di wan de peyman hatine îmzekirin ev in:
-Di seha medya û gihandinê de, di navbera rêxistina tv û radyoyê ya Tirkiyê tv ya Qatarê de,
-Di seha tenduristiya giştî de,
-Di seha parastina mulkiyeta fikrî, weka patent, marka, berhemên sanayiyê û weka teknoliyê de,
-Di seha sîstema şebekeyên satalaytê de,
-Di seha ewlehiya xidayan de,
-Di seha afatên xwezayî de û hevkariya di sehayê de,
-Di seha paraztina hawirdoriyê û guherîna kêşûhewayê de
-Di seha danûsitendina rêxistinên çandî û xebata hevpar de peyman hatin îmzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin