Peymana nukleerî di navbera Tirkiye û Koreya Basûr de hat îmzekirin
PeyamaKurd – Di 5emîn Fuara Santralên Nukleerê û Lûtkeya Santralên Nukleerê ya 9emîn a ku dê di navbera 21-22yê Hezîranê de li Navenda Kongre û Pêşangeha Navneteweyî ya Stenbolê Lutfî Kirdar bê lidarxistin di navbera Tirkiye û Koreya Başûr da peymana hevkariyê hat îmzekirin.
Di lûtkeyê de rayedarên enerjiya nukleerî yên gelek welatên wekî Rûsya, Çîn û Japonyayê hatin cem hev, Koma Pîşesaziya Nukleerî (NUKSAK) a girêdayî Odeya Pîşesazî ya Enqereyê (ASO) bi Komeleya Nukleerî ya Koreya Başûr (KNA) re peymana niyeta baş îmze kir.
Di merasîma bi mebesta nûkirina peymana ku di sala 2021an de hatiye îmzekirin de, peymana bi awayê niha hatiye îmzekirin, wê hewl bide ku derfetên hevkariyê di navbera Koreya Başûr û pîşesazên Tirk ên ku hewl didin di vî warî de bibin dabînker pêş bixin.
Di çarçoveya peymanê de, di navbera NÛKSAK û KNAyê de, di nav de reaktorên piçûk ên modular (SMR) û reaktorên din ên nifşê pêşeroj, lêkolînên hevpar ên li ser proje û derfetên enerjiya nukleerî wê bêne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin