Rûsya û Tirkiye li ser pirsgirêka avê ya Rojavayê Kurdistanê civiyan!
PeyamaKurd – Hat rgihandin ku şandên Rûsya û Tirkiyê li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, pirsgirêka qutkirina ava çemê Firatê nîqaş kirin.
Li gorî nûçeya Şerqûl Ewsetê di hevdîtinê de, mijara berdana avê bi ser herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de û dabînkirina elektrîkê bo deverên di bin bandora Tirkiyê de hatine axaftin.
Çavkaniyeke nêzîk a hevdîtin şopandiye gotiye, aliyê rûsî ji aliyê tirk re pêşniyar kiriye ku di berdêla 14 bîrên avê û xebitandina 6 pompeyên avê de, ew ê jî ji herêmên bin kontrola Tirkiyê yên ‘Operasyona Kanîya Aştiyê’ re 50 megawat elektrîkê dabîn bikin.
Herwiha berpirsên Rêveberiya Xweser jî ji aliyê rûsî dane xuyakirin ku li herêmên wan dayîna elektrîkê ji 20 megawatan derbas nake û di van mercên ku nikarin kargehên girîng ên mirovî bixebitînin de lihevkirin çênabe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin