Antîterora Kurdistanê: Ji ber bombebarana Tirkiyeyê 2 servan û berpirsekî PKKyê can da
PeyamaKurd – Li gor daxuyaniya Antîteterora Kurdistanê, îro (06.02.2025) droneke artêşa Tirkiyeyê 2 otombîl û hicreyên şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gundê Gelala yê navçeya Mawetê bi ser Silêmaniyê ve bombebaran kirin.
Li gorî zanyariyan, di encamê de 2 şervan û berpirsekî PKKyê can da û 2 çekdarên din jî winda ne.
Gundê Gelala bi ser navçeya Mawetê ve ye û 58 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Silêmaniyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin