Li Sîstan û Belûcistanê 6 leskerên Îranê hatin kustin

21 May 2023 13:01 0 dîtin
Li Sîstan û Belûcistanê 6 leskerên Îranê hatin kustin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li eyaleta Sîstan û Belûcistanê, di encama şer û pevçûnên bi komeke çekdar re 6 leşkerên Hêzên Pasevanên Sînorî yên Îranê hatin kuştin.

Rêveberiya Ragihandinê ya Polîsê Îranê yê Sîstan û Belûcistanê ragihand, “Şeva borî li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê di encama êrîşeke terorîstî ya komeke çekdar û dijber de 6 endamên pasevanên Miza Ser can dan.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “Di şer û pevçûnan de hejmarek endamên koma çekdar jî hatin kuştin û piştre ji cihê bûyerê çûn.”

Hat ragihandin ku Cîgirê Rêveberê Giştî yê Polîsê Îranê û Fermandarê Pasevanên Sînorî ji bo lêkolîna bûyerê serdana Sîstan û Belûcistanê kiriye.