Hestiyên 26 leskerên di serê Iraq û Îranê de can dabûn hatin teslîmkirin
PeyamaKurd – Hestiyên 26 leşkerên di şerê Iraq û Îranê de can dabûn îro di navbera herdu welatan de hatin teslîmkirin.
Rêveberê Karûbarên Parastinê li Xaça Sor a Navdewletî Kerîm Hafiz ji çapemeniya Iraqê re axivî û diyar kir, hestiyên leşkerên her du welatan ku di navbera salên 1980-88an de di şerê Iraq û Îranê de can dabûn radestî hev hatin kirin.
Kerîm Hafiz eşkere kir, 8 ji leşkerên navborî leşkerên Iraqê û 18 jî leşkerên Îranê ne.
Merasîma teslîmkirinê li xala sînorî ya Selemce ya Besrayê ku li ser sînorê her du welatan e, hat lidarxistin.
ŞERÊ IRAQ-ÎRANÊ
Şerê Iraq û Îranê weke şerê herî dirêj, herî xwînî û giran yê mirovî û aborî yê sedsala 20an hatiye tomarkirin.
Hêzên Îraqî di 22ê Îlona 1980ê de dest bi êrîşa li ser rojavayê Îranê kiribûn û ragihandibû ku şer bi bombebarana Îranê ya xalên sînorî yên Iraqê ji aliyê hêzên Îranê ve di 4ê Îlona îsal de destpê kir.
Şerê ku 8 salan dewam kir, di sala 1988an de bi agirbestê qediya. Tevî ku her du alî vegeriyan cihên xwe yên beriya şer, lê heta 16ê Tebaxa 1990î peymaneke fermî ya agirbestê nehat îmzekirin.
Di şer de artêşa Iraqê 340 hezar, Îranê jî 730 hezar wenda kir. Bîlançoya aborî ya şer 400 milyar dolar bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin