Rûhanî: Rewsa Îranê ji dema serê Iraqê xirabtir bûye
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser fişar û amborgoyên Amerîkayê bi ser welatê wan de axivî û got, ‘Rewşa niha ya welat, ji rewşa dema şerê Iraqê gelekî xirabtir e.’
Medya Îranê belav kir ku Hesen Rûhanî gotiye, givaşên Amerîkayê yên li ser Îranê gelekî tund û bi bandor in û destnîşan kiriye: “Mînaka wan givaşan di dîrokê de tine ye.”
Rûhanî daye xuyakirin, rewşa nsha ya Îranê ji rewşa dema şerê navbera Îran û Iraqê xirabtir e û wiha pê de çûye: “Di dema şer de pirsgirêka banka û hinardekirina neftê nebû, tenê me nedikarî çekan bikirin.”
Şerê Iraq û Îranê ji sala 1980yî heta 1988ê berdewam kiribû û zêdetirî milyonek kes di wî şerî de ji herdu aliyan can dabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin