Rûhanî: Serê bi Îranê re maka hemû seran e!

06 August 2019 17:10 0 dîtin
Rûhanî: Serê bi Îranê re maka hemû seran e!

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê dorpêça Amerîkayê yên ser Îranê, pêwêndiyên ligel Amerîkayê û rakêşiya li Bihûra Hurmuzê daxuyanî dan.

Rûhanî da xuyakirin ku heger Amerîka hemû dorpêçan ji ser îranê rake ew dikarin bi Amerîkayê re rûnin ser masê û li ser şerekî muhtemel bi Îranê re jî wiha got:

“Aştiya bi îranê re maka hemû aştiyan, şerê bi Îranê re jî maka hemû şeran e…Tenê heger hemû dorpêç ji ser Îranê rabin, emê bi Amerîkayê re rûnin ser maseya danûstandinê.”

Rûhanî daxuyaniyên dîyalogê yên rêveberiya Amerîkayê jî wekî hewldanên nesamîmî bi nav kir û got, “Danîna dorpêçê ya ser wezîrê me (Cewad Zerîf) radixe pêş çavan ku ti planeke siyasî ya Amerîkayê nîne.”