Rejîma Îranê, ji ber sal û sapikên “xakî” pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir

06 March 2025 14:13 0 dîtin
Rejîma Îranê, ji ber sal û sapikên “xakî” pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir

PeyamaKurd – Civata Ewlekariyê ya rejîma Îranê Îlamê biryarnameyek derxist û pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir. 

Rojhilat Newsê ragihand ku ev biryarname piştî daxuyaniya fermandarê hêzên pasdarên rejîma Îranê hatiye derdixistin ku diyar kiribû hin komên dijberî Komara Îslamî hewl didin bandorê li ser pîrozbahiyên Newrozê bikin. 

Rojhilat Newsê diyar kir ku Di heman civînê de, Serdar Sadiq Husênî, fermandarê Artêşa Emîr El-Mûminîn a Îlamê, hişyarî daye organîzatorên pîrozbahiyên Newrozê û gef li wan xwar.

Di berdewama nûçeyê de hê gotin ku fermandarê pasdarên rejîma Îranê, bi hinceta ku hin komên li dijî Îranê planên xwe ji bo merasîmên Newrozê amade kirine û wan ji şal û şapikên ji rengê “xakî” armancên cuda hene. 

Her weha hat ragihandin biryar heye ku heman civînên ewlehiyê li Sinê, Kirmaşan û Ûrmiyeyê jî bên lidarxistin, da ku biryarên dawî li ser pîrozbahiyên Newrozê bên dayîn. 

Îsal di çarçoveya “Kampanyaya Xakîpoşan” bang li welatiyên Rojhilatê Kurdistanê tê kirin û ji wan tê xwestin ku bi şal û şapikên ji rengê “xakî” û kefiyên belek ên Kurdî tev li merasimên Newrozê bibin.